Îmamoglu-Yavas: Kiliçdaroglu dê îsev bibe Serokomar
PeyamaKurd- Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û namzedê Alîkarê Serokomariya Tirkiyeyê Ekrem Îmamoglu, piştî dengdayînê ligel Mansur Yavaş daxuyaniya yekem da.
Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê û Namzedê Alîkarê Serokomariya Tirkiyeyê Mansûr Yavaş, di daxuyaniya yekem a roja dengdayînê de diyar kir ku agahiyên ji aliyê Ajansa Anadoluyê ve tên dayîn, ne rast in û da zanîn ku Kemal Kiliçdaroglu îşev dibe Serokomarê Tirkiyeyê.
Îmamoglû got, “Em li ser navê Serokomarê xwe yê 13. Kemal Kiliçdaroglu û Tifaqa Milet bang li we dikin. Mixabin em tiştên ku di her hilbijartinê de dibînin dijîn. Ajansa Anadoluyê, di rojevê de ye. Ajansa Anadoluyê di hilbijartinên 2019an da ket rewşeke nebatî. Em hêvî dikin ku welatiyên me guh nedin wan.
Daneyên Ajansa Anadoluyê û rêvebirên wê, ji bo me betal in. Dema em baweriya xwe bi her rayedarekî dewleta xwe tînin zimên jî diyar e ku Ajansa Anadoluyê ne wisa ye. Di hilbijartinên 2015an de Ajansa Anadoluyê Erdogan ji % 65an li pêş nîşan dide û bi ji % 40î diqedîne.”
Îmamoglu, da zanîn ku li gorî daneyên Ajansa Anadoluyê dê Kiliçdaroglu yê namzedê serokomariyê yê 13emîn bibe serokomar û wiha got: “Hîn zû ye ku em vê yekê ragihînin.
Ji ber ku li dijî cihên ku Kiliçdaroglu lê zêde ye, her dem îtîraz tên kirin, Ajansa Anadoluyê jî wan nake nav pergalê. Em li vir in. Serokên Tifaqa Milet dê di demeke nêz de li vê derê bin. Em ê bi hev re bişopînin û we agahdar bikin. Bila rûyê kesî danekeve. Em li ser erka xwe ne û encamên heyî di wê astê de ne ku we kêfxweş bikin.”
Ekrem Îmamoglu, di berdewama axaftina xwe de got, "Em ê ne 4 kiryarên matematîkê, em ê kiryarên berhevkirin û jihevderxistinê hînî Ajansa Anadoluyê bikin. Daneyên ku di destên me de hene vê yekê nîşan didin. Her kes li ser sindoqê radiweste. Demekê li daneyên Ajansa Anadoluyê nenihêrin, hûn tên xapandin. Em bi awayekî eşkere li pêş in.”
Mansur Yavaş jî axivî û wî jî di derbarê encaman de hin agahî parve kirin û got, “Em hem li Stenbolê hem jî li Enqereyê li pêş in. Divê hemû gelê me vê bizane. Her tişt dê baş bibe."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin