Îmamoglu: Bila Newroz bibe wesîleya aştiyê
Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê girtî Ekrem Îmamoglû, di peyama xwe ya bi boneya Cejna Newrozê de bal kişand ser yekîtî, hevgirtin, aştî û hêviyê.
RûpelNews - Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê girtî û namzetê serokatiyê yê CHPê Ekrem Îmamoglû, bi boneya cejna 21ê Adarê ya Newrozê peyamek weşand.
Îmamoglû di peyama xwe de bal kişand ser yekîtîya civakî û diyar kir ku divê cudahî wekî dewlemendîyek werin dîtin û pêşerojek ku mirov bi hev re di aştiyê de bijîn dê bi hev re were avakirin.
Peyama Îmamoglû wiha ye:
"Ez dixwazim ku Newroz, mizgîniya biharê û ji nû ve şiyarbûna xwezayê, bibe fersendek ji bo aştî, biratî û sibêyên hêvîdar.
Bi hişmendiya ku cudahîyên me dewlemendiya me ne, em ê hemû bi hev re pêşerojek ku em bi hev re di aştiyê de bijîn ava bikin."
