Nêçîrvan Barzanî: Bila cejn bibe derfetek ji bo nûkirina pêwendiyan
Nêçîrvan Barzanîyê di peyama xwe ya bi boneya Cejna Qurbanê de got, "Werin em vê bikin derfetek ji bo nûkirina têkiliyên xwe."
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîyê bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand.
Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanîyê xwest ku cejn bereketê bîne û daxwazên xwe yên ji bo aştî û bextewariyê anî ziman.
Barzanîyê behsa haciyên li axên pîroz kir û got, "Ez ji haciyên me re vegera ewle dixwazim, bila Xwedê heca wan qebûl bike."
Nêçîrvan Barzanîyê di peyama xwe de bal kişand ser wateyên kûr ên cejnê û ev îfade bi kar anîn:
"Bi vê boneya pîroz; werin em têgeh û wateyên kûr ên cejnê, wek tehemûl, lêborîn û lihevhatinê, bikin derfetek ji bo nûkirina têkiliyên xwe. Werin em di jiyana xwe ya rojane û karê xwe de rûpelek nû vekin, tijî niyeta baş, ahengek û evînê."
Serok Barzaniyê peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Cejna Qurbanê li hemûyan pîroz be û bila her sal bi bextewariyê tijî be."
