Nameyek bi destxeta Îdrîs Barzanî hat belavkirin: Lawên dilsoz ên kurd...
PeyamaKurd - Nameyeke destxeta rêveberê diyar ê Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd şehîd Îdrîs Barzanî belav dibe ku di nameya xwe de xebatê teşwîq dike.
Pêşmergeyekî kevin û kesayetekî Kurd ku li Amerîkayê dijî Bextiyar Izet Dergeleyî hejmarek nameyên rêveberên Kurdan belav kirin ku di salên xebata rizgarîxwaziya Kurd de hatine şandin, yek ji wan nameyan jî nameya Şehîd Îdrîs Barzanî ye ku bo birayê Bextiyar Dergeleyî, Kameran Izet Dergeleyî şandiye ku wê deme li Amerîkayê bûye.
Îdrîs Barzanî di nameya xwe ya roja 22.03.1978ê de nivîsandiye, “lawên dilsoz ên kurd her li kî derê bin û di her demekî de be, pirsa gelê xwe di wijdanê de diparêze û hişyarî û hestên xwe dixe kar bo pêşxistina karwanê gelê xwe.”

Destxeta Îdrîs Barzanî
Îdrîs Barzanî di wê nameya xwe ya bi destê xwe nivîsiye de û di wê nameyê de, bi kurdiyeke rast û herikbar nêrînên xwe li ser kaxezê nivîsandiye. Di rewşekî bêhêvî ya wê demê de li ser tevgera rizgarîxwaziya Kurd de ava bûye, bi hêviyekî mezin ve ligel xelkê Kurdperwer di peyvendiyê de bû bo berdewambûn û rakirina ser piyan a xelkê ji xebat û kurdbûnê re.
Îdrîs Barzanî kurê Serokê kurd Mela Mistefa Barzanî yê nemir e û sala 1944ê li gundê Barzan a malbenda kurdayetiyê û Berxwedanê ji dayîk bûye. Nav mercên şoreşa sêyem a Barzan a 1943 – 1945an de û rewşa alozî ya wê demê de û damezirandina Komara Kurdistanê li Mehabad û bûyerên piştî wê li komarê ji dayîk bûye.
Sala 1947ê Barzaniyê nemir li gel 500 hevalên xwe bi koçekî dîrokî ve karîn destaneke mezin li dîrokê tomar bikin û wek pêwîst û bersivdana rastiyên wê demê xwe bigehînin bo Yekitiya Sovyetê. Îdrîs Barzanî jî wê demê temenê wî 4 sal bûye, li gel malbata xwe rastî asteng û zehmetiyan hatiye û ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve nefî dibin bo xwarê Iraqê û 11 salan rastî jiyanekî tejî li zehmetî dibin li bajarên Besra, Mûsil û Bexdayê.
Li gel êş û zehmetiyên jiyanê berdewam bi xwandinê dike û heta bi awayekî serbilindî ya vegera Mela Mistefa Barzanî bo Iraq û Kurdistanê piştî şoreşa 14 Tîrmeh a sala 1958ê ku wê demê Îdrîs Barzanî li bajarê Bexdayê mijûlî xwandinê bû, piştî wê qutbûna demdirêj a ji bavê xwe bi dîtina rêber û bavê Barzanî şad dibe û piştre vedigere ser erdê bav û bapîrên xwe ango axa Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin