Nadia Murad: Bi zorê xwestin em bibin kurd!

24 adar 2019 21:13
Nadia Murad: Bi zorê xwestin em bibin kurd!

PeyamaKurd - Nadia Murad li gundê Koço yê Şingalê hat revandin. Ew tevî xwişkên xwe û birazîyên xwe yên jin sê mehan dîl hat girtin û gelek caran rastî destdirêjîyê hat. Murad serpêhatîyên xwe di pirtûka xwe ya bi navê “Keça Dawî: Çîroka Serpêhatîya Min û Têkoşîna Min a Bi DAIŞê ra” anîye zimên.

Nadia Murad derbarê pirtûka xwe û serborîya xwe ji Îpek Îzciya rojnameya Hurriyetê ya ku li Tirkîyê weşanê dike ra vegotîye: “Rejîma Sedam dixwest ku êzîdî xwe weke ereb bidin pênasekirin. Zext li êzidîyan dikirin ku navê erebî li zarokên xwe bikin. Li dibistanan perwerdehîya erebî dihat dayîn, di Pirtûkên tarîxê da êzidî tune bûn.”

Kurd wisa dihatin nîşandan ku ji dewletê re metirsî ne. Piştî Şerê Amerîka û Iraqê ya sala 2003yan dawî li desthilata Sedam hat, Rêveberîya Kurdî (ya Herêma Kurdistanê) herêm kontrol kir. Wê demê jî navê kolanan, gundan, avahîyan û zarokên nûhatî hatin guherandin. Vê carê jî divabû herkes xwe weke kurd pênase bikira. Yana em dê bihatana sizadan û dê tu hewcedarîyên me nehatana dabînkirin. Heta êrişa DAIŞê ya sala 2014an herêm di kontrola wan da bû.”

‘Divabû herkesî xwe weke Kurd pênas bikira’

Murad a ku sala bihûrî Xelata Aştîyê ya Nobelê wergirtiye û niha li Ofîsa Sûc û Tawanan a Neteweyên Yekbûyî (UNDOC) dixebite, di hevpeyvîna xwe da dibêje divabû herkesî xwe weke kurd pênase bikira. Lê wê bi xwe dema xelat wergirtîye ji bo xelatê gotibû, ‘ez xelatê dîyarî û bexşî kurdan dikim.’

Ev beşa hevpeyvînê, gelo rojnameyê bi qesdî lê zêde kirîye yan wê bi xwe gotîye nayê zanîn, lewra di vî warî da di destê me da delîl tune ne. Lê eger ev fikir yên wê bin, bi rastî jî cihê heyf û mixabînîyê ye.

Şingala ku di sala 2014an de dema rastî êrişa rêxistina terorî ya DAIŞê hat, dîsa yên ku çûne hewar û îmdadê kurd bûn. Hêzên kurdî yên li wir tu demê hewil nedane pêkhateyên cûda asîmîlê bikin (Nexasim jî kurdên xwedan dîn îman û ayînman. Tu demê nahêle ku kesekî ku Xweda dabe û afirandibe hebûn û cûdabûna xwe înkar bike) Bi tenê hewil dide li herêmên din bin kontrola xwe da pergala pabendî çand û kultûra kurdî damezirîne.

Êzîdî gelekî ku bi kurdî dipeyîn, bi kurdî îbadet dikin, jîyan û hunera wan bi kurdî ye. Tevî ku di derbarê kok û binyada êzidîyan da hinek nîqaş hebin jî, piranîya êzidîyan xwe weke kurd pênase dikin.

‘Nadia Murad projeya kî ye’

Nadia Murad a ku dibêjedixwestin ku êzîdî xwe weke kurd pênase bikin' pirsa gelo Nadia Murad projeya kî ye û kî dixwaze fîkreke wiha çêbibe bi xwe re tîne.

Nadia Murad a ku vê daxuyanîye dide, ew bi xwe jî bi kurdî diaxive. Yeka ku berîya êrişa DAIŞê bi kurdî diaxivî û li Şingalê dijîya, çawa dibe ku jê were xwestin ku ‘xwe weke kurd pênas bike?’ Di vir da nakokîyeke eşkere heye.

Di vê merheleyê da, gelo hinekan ji Nadia Muradê îstîfade kirîye û dixwazin derbarê kurdan da peyamên sublîmînal bidin? Yan jî Nadia Murad, çawa ji dilê wê were wisa daxuyanîyan dide? Ev daxuyanî pirsan wiha jî bi xwe ra tîne.

Duhî, di dema ku hêzên kurdî li hemberî DAIŞê serkeftina xwe ragihandine û di medyaya cîhanê da deng vedane, serokên cîhanî yek bi yek wan pîroz dikin, tevî ku dîyar e kurdan ji bo hemû mirovahîyê şer kirine, Nadia Murad kurdên ku parastinan wan kirine weke ‘dagîrker’ û ‘asîmîlasyonparêz’ nîşan dide, ev yeke cihê mixabînî û daxê ye.