Macron li Qesra Élyséeê Pêswaziya Nadia Muradê kir

08 adar 2025 13:24
Macron li Qesra Élyséeê Pêswaziya Nadia Muradê kir

PeyamaKurd – Îro, Şemî, 8ê Adara 2025an, Serokkomarê Fransayê, Emmanuel Macron li Qesra Élyséê pêşwaziya jina Kurd a Êzidî Nadia Muradê kir ku ji destê DAIŞê rizgar bûye û xwediya Xelata Nobel a Aştiyê ye.

Macron li ser hesabê xwe yê Xê wêneyekî xwe û Nadia Muradê belav kir û diyar kir ku “Ez gelekî kêfxweş im ku Nadia Muradê dibînim dengê kesên ji destê DAIŞê rizgarbûyî ye.”

Bi boneya Roja 8ê Adarê ya Cîhanî, Macron ragihand ku welatê wî dê berdewam be di parêzvaniya mafên jinan de û parastina wan ji zilm û astengiyên li hember azadiyên wan. 

Wî got,

 “Jin beşeke girîng in ji bo sazkirina aştiyê û aramiya Fransayê û cîhanê.”

Ji aliyê xwe ve, Nadia Muradê, jina Kurd a Êzidî ku ji destê DAIŞê rizgar bûye û niha wekî çalakvana mafên mirovan û jinan kar dike, di posteke xwe de spasiya Emmanuel Macron kir. 

Wê diyar kir ku “Ji bo min şanaziyek e ku di van çend salên borî de min li ser mijarên girîng ên têkildarî aştiyê û mafên jinên cîhanê bi cenabê te re kar kiriye, çi di Lûtkeya G7an de, çi di Forûma Yeksaniya Nifşan de, ku em bi hev re li dijî tundiya zayendî û newekheviya ku li hemberî jinan tê kirin rawestiyan.”

Nadia Muradê ji bo Macron her weha got: 

“Piştgiriya cenabê te ji bo me hêz û berdewamiyê dide ku em di warê mafên mirovan, mafên jinan û sazkirina aştiyê li cîhanê de kar bikin.”