Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêswaziya Nadia Murad kir

06 adar 2024 14:01
Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêswaziya Nadia Murad kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken pêşwaziya çalakvana Êzîdî Nadia Murad, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê kir.

Wezîr Antony Blinken got ku DYA ji bo rizgarbûna ji bandora jenosîdê piştgiriya Êzidiyan didomîne.

Blinken di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de wiha got, "Min piştgiriya xwe ya bênavber ji bo edalet û şîfayê ji bo Êzîdiyan û rizgarbûyên qirkirinê yên li Iraq û Sûriyeyê dubare kir."
< > Nadiya Mûrad a ku di dema qirkirina Şengalê ya ji aliyê DAIŞê ve li dijî Êzîdiyan pêk hat ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, di sala 2018an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû. Murad bû dengê Êzîdiyên ji destê DAIŞê rizgar bûne.

Di demekê de ku Nadiya Murad di eniya herî pêş de ye ji bo berpirskirina endamên DAIŞê ji ber tawanên xwe, ew ligel Serokatiya Herêma Kurdistanê kar dike ji bo misogerkirina vegera rizgarbûyên Êzîdî bo welatê xwe Şingalê.