Ji Prens Selman nameya spasiyê ji bo 'pêswaziya germ' a Macron

29 tîrmeh 2022 18:00
Ji Prens Selman nameya spasiyê ji bo 'pêswaziya germ' a Macron

PeyamaKurd – Prensê Cihnişîn ê Erebistana Siûdî Mihimed bîn Selman bîn Ebdulezîz, piştî serdana Fransayê û pêşwaziya li Koşka Elysee nameyeke spasiyê ji Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re şand.

Selman di nameya xwe de dibêje: “Dema ji welatê we diçim, ji ber pêşwaziya we ya germ, mêvanperwerî û dostane ya bo min û şanda ligel min, spasdarê we me û gelekî pê şa dibim.”

Prens Selman herwiha di nameyê de diyar kiriye ku ew serdan nîşaneya di hemû waran de bihêzkirina şirîkatiyê û hevkariya stratejîk a bo xebata hevbeş e.

Selman doh serdana Fransayê kiribû û ji aliyê Macron ve hatibû pêşwazîkirin. Di nameyê de gotiye, ji bo Macron bextewarî û tenduristiyê divêm û hêviya aramî û pêşveçûna zêdetir bo gelê Fransayê xwest.