Serokwezîr Mesrûr Barzanî nameya Macron a spasiyê wergirt
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 30ê Îlona 2021ê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Fransayê nameyeke Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron di nameyê de spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike ji bo wê pêşwaziya germ a di dema serdana wî de li Hewlêrê li wî hat kirin.
Di beşeke nameyê de Macron dibêje: “Fransa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyeke wan a dêrîn û bêhempa heye, ku divê em di asteke bilind de rabigrin.”
Emmanuel Macron di nameya xwe de daye zanîn: “Fransa pabendiya xwe ya ligel we didomîne li dijî teror û di berjewendiya pêşvebirina aborî û civakî de.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin