Nêçîrvan Berzanî li Hewlerê bi Berpirsê Wezareta Derve ya Îranê re civiya

14 hezîran 2024 19:16
Nêçîrvan Berzanî li Hewlerê bi Berpirsê Wezareta Derve ya Îranê re civiya

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî li Hewlêrê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Barzanî û Elî Baqirî li ser girîngiya pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê axivîne û wan diyar kiriye ku divê pêwendî li gorî hîmê “cirantiya baş” bin.

Her du aliyan aniye zimên ku ew dixwazin hemû pêwendî û bi taybetî jî pêwendiyên aborî û bazirganiyê bi pêş bikevin.

Dema Îranî ji bo ziyaretkirina cihên pîroz diçin Îraqê, Herêma Kurdistanê di deriyên sînorî re karên wan hêsan dike.

Elî Baqirî diyar kir ku Îran ji bo vê yekê spasdarê Herêma Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî jî bal kişand ser pêwendiyên baş ên bi Îranê re û ji bo alikariyên ku dide Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Îranê kir.

“Îran cîranekî girîng e”

Serokatiya Herêma Kurdistanê bal kişand ser “pêwendiyên dîrokî” kir û got, “Îran welatekî girîng û cîranekî girîng e.”

Li hêla din, “rewşa giştî ya herêmê” û çend mijarên din jî hatine nirxandin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyand ku hinek rayedarên Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bûne.