Nêçîrvan Barzanî û Ebadî civiyan: Divê ji bo çareseriya kêseyan karê hevbes bê kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya du rojî de, hevdîtinên ligel berpirsên dewletê û aliyên siyasî yên Iraqê berdewam dike.
Nêçîrvan Barzanî, piştî hevdîtina ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û beşdariya civî Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ligel Serokê Hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê berê Heyder Ebadî re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî, di hevdîtinê de pêwîstiya karê hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên niştimanî anîn ziman.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, di civînê de behsa bihêzkirina hevkariyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin. Herdu alîyan tekez kirin ku pêwîst e karekî hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyên netewî kirin, bi awayekî ku aramîya welat û mafên hemû pêkhateyan dabîn bike.
Herwiha di hevdîtinê de, behsa pêşhatên dawî yên navçeyê û encamên wê û çendîn mijarên din hate kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin