Muslim: DIvê ENKS bêyî danîna mercan vegere û tevlî rêveberiyê bibe
PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim li ser daxuyaniya Desteya Hûndirîn a Rêveberiya Xweser ku gotibû, ti astengî li pêşiya vegera ENKSê nemaye got, ‘Heger mercan ji bo vegerê deynin, ti kes vê qebûl nake.’
Muslim ji K24ê re li ser pirsa yekrêziya Kurdî û avakirina baweriyê di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de got, “Ti girtiyên siyasî di zîndanên Rêveberiya Xweser de nîn in. Divê ENKSê jî bê merc tevlî Rêveberiya Xweser bibe û ti kes mercan qebûl nake.”
Salih Muslim wiha axivî: “Bi vê daxuyaniyê her tişt zelal bû. Niha bersiva ENKSê çi ye, yên li Tirkiyê ne û deverên din in? Rê vekiriye, berê jî vekirî bû. Bila werin. Heger şertan deynin nabe. Li vir sazî û rêveberî heye. Werin tê de cî bigirin û bibin serokê gişî jî. Lê heger şert û mercan deynin, vê ti kes qebûl nake.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin