Omer Çelik: Ji bo danîna çekan divê çarçoveyeke yasayî were danîn
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik, derbarê pêvajoya tasfiyekirina PKKê de de got: "Ji bo ku rêxistina terorîst çekên xwe deynê, divê ji bo hêsankirina vê yekê çarçoveyeke yasayî were avakirin. Em bawer dikin ku divê ev mijar di zûtirîn dem de were Parlamentoyê û bi lez were yasayîkirin."
RûpelNews - Omer Çelik ev gotin li civîna partiya xwe ya 33yemîn a Şêwir û Nirxandinê ya li Sapancayê kirin.
Di axaftina xwe de, Çelik her wiha behsa pêvajoya ku di gotara giştî de wekî 'Tirkiyeyeke Bê Teror' tê binavkirin kir û gotinên xwe bi vî rengî anîn ziman:
"Min berê jî di konferansa xwe ya çapemeniyê ya dawî de diyar kiribû ku em niha di warê 'Tirkiyeyeke bê Teror' de di qonaxeke nû de ne. Niha pêwîst e ku çarçoveya yasayî were danîn ku rê bide rêxistina terorîst çekên xwe deynin. Em bawer dikin ku divê ev mijar di zûtirîn dem de were Parlamentoyê û bilez were yasayîkirin. Em bi piştgiriya hemû partiyên siyasî û bi awayê herî berfireh, ji bo gihîştina armanca 'Herêmeke Bê Teror' van pêngavan davêjin. Em dibînin ku rêxistinên terorîst li seranserê herêmeke berfireh a ji Sûriyê heta Iraqê wekî hêzên wekîl tên bikaranîn. Eşkere ye ku armancên 'Tirkiyeyeke Bê Teror' û 'Herêmeke Bê Teror' bi hev ve girêdayî ne. Divê her kes tevkariyeke erênî li vê pêvajoyê bike."
