Mûşek li Balyozxaneya Amerîkayê ket
Hate ragihandin ku li Bexda ya paytexta Îraqê, êrîşeke mûşekî li ser avahiya Balyozxaneya Amerîkayê hatiye kirin û zirar çêbûye.
RûpelNews - Li gorî raporteke APyê, piştî êrîşê ji avahiya balyozxaneyê dûkel bilind bû.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku yek ji mûşekan li meydana helîkopterê ya di nav balyozxaneyê de ketiye.
Di heman demê de, Ajansa "Şafaq News" a ku navenda wê li Iraqê ye ragihand ku di êrîşê de sîstema parastina hewayî ya C-RAM a balyozxaneyê bi temamî hatiye têkşikandin.
Ji berê de jî balyozxane gelek caran bûye armanca komên çekdar ên ser bi Heşdî Şabî.
