Mûsa Ehmed: Karwaneke bas a alîkariyê wê bigihîje Efrînê
PeyamaKurd - Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand, di nav 2 rojan de, tîmên wan digihin bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û dest bi belavkirina alîkariyan bo ziyandîtiyên erdhejê dikin.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed da zanîn ku wan karwaneke baş a hevkariyan amade kiriye ku tê de hejmareke mezin a otomobîlan, alîkarî û dermanan cî digire.
Ehmed got ku wê di nav du rojan de wan alîkariyan bigihînin Efrînê û li mexdûrên erdhejê belav bikin.
Hêjayî gotinê ye, erdhejên navenda wan Mereş e ji bilî Bakurê Kurdistanê bi taybet li herêma Efrînê jî bandoreke mezin çêkiriye ku li gorî çavkaniyên herêmê tenê li herêma Efrînê û navçeya Cindirêsê zêdetirî du hezar kesan can daye û 4 roj in alîkariyên derve negihîştine wan herêman.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin