Mûsa Ehmed: Ji bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya girîng serbilindiya Kurd û Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed îro 4ê Tebaxê di 19mîn salvegera BCFê de, civîneke rojnamevanî li dar xist. Serokê BCFê Mûsa Ehmed ragihand, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kariye xwe bigihîne xelkê ziyandîtiyên karesatan û koçberên destê DAIŞê û hêviyê bide wan.
Ehmed diyar kir: “Berê em rastî felaketên mezin hatibûn. Kêm kes li Kurdistanê hene ku jiyana sirgûnî û derbideriyê nedîtibe. Lewma hebûna dezgehekê di vê çarçoveya xizmetgozariyê de, bêguman bûye hêviyeke mezin ji bo gelê Kurdistanê, ku dikare valahî û kêmasiyên ku di dema karesatan de rûbirûyê me dibin, dagire.”
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Em her dem hêvî dikin ku Kurdistan ji karesatan dûr bibe. Ev Dezgeh her tim amade ye ku bi awayekî mirovî, xizmeta mêvanên ku tê vî welatî jî bike.”
Serokê BCFê da zanîn: “Di bîra min de ye, di sala 2014an de dema xelkê Şingalê ji ber terorîstên DAIŞê mal û milkên xwe terikandin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel gelê Kurdistanê û tîmên hikûmetê, bi roleke çalak û girîng lîst.”
Mûsa Ehmed bibîr anî: “Me karî di kêmtirî 150 rojan de, 9.9 mîlyon jemên xwarinên germ ên tendurist pêşkêş bikin. Ez spasiya xebatkarên dezgehê dikim ku di nava penaberan de şert û mercên nebaş ên tenduristiyê derneketine. Belkû li gorî nirxandinên WFP, Wezareta Tenduristiyê û WHO, baştirîn awayê xizmetkirina koçberan bû.”
Mûsa Ehmed got: “Kar û destkeftên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gelek in, em nikarin li vir behsa hemûyan bikin, ya girîng ew e ku neteweya me ya Kurd û Kurdistan serbilind be, dûr be ji karesatan û di nava aramiyê de be, ji ber ku projeyên me yên zêdetir ji bo aştiyê jî hene.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin