Çavusoglu bi Mûsa Ehmed re hate ba hev û spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir

22 adar 2023 22:26
Çavusoglu bi Mûsa Ehmed re hate ba hev û spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ew ligel Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed civiyaye û wêneyek jî parve kir.

Mevlut Çavuşoglu ku piştî karesata erdhejê di vîdyoya wezaretê ya spasiyê de ji ber nebûna spasiya bi zimanê Kurdî rastî nerazîbûna kurdan hatibû, bi Mûsa Ehmed re hate ba hev.

Wezîrê Tirk di parvekirina ser twitterê de got: “Me ji ber hevkarî û alîkariya wan a erdhejê de ku hatin alîkariya me, spasiya Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Mûsa Ehmed kir.”