Muharrem Înce li ser gotinên xwe yên 'Kurdî ne zimanê pedagojiyê ye' daxuyanî da!
PeyamaKurd – Serokê Partiya Memlek a Tirkiyê Muharrem Înce ku çend roj ber di bernameyeke televizyonê de gotibû, ‘zimanê Kurdî ne li gorî pedagojiyê ye’ û bi taybet ji aliyê raya giştî ya Kurd ve bertekên tund jê re hatibûn nîşandan daxuyanî da.
Muharrem Înce îro 10ê Hezîranê bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsa gotinên wî yên derbarê Kurdî de jî got ku ew gotinên wî hatine berevajîkirin, lê ew li pişt gotinên xwe ye.
Înce got, “Dubare dibêjim. Emê sê zimanan fêrî zarokên xwe bikin. Yek zimanê xwe yê fermî Tirkî, du emê zimanê ku zarok ji dîya xwe hîn dibin fêrî wan bikin. Sisê jî emê zimanekî navnetewî fêrî wan bikin. Ti welatek zimanê ku zarokek ji diya xwe fêr dibe nade jibîrkirin. Derdê me jî ev e.
Herwiha min ev min got ku ev mijar zêde di nav siyasetmedaran de tê axaftin. Min got, bila zimanas û zanistên pedagojiyê di vê mijarê de biaxivin. Bila pisporên pedagojiyê gengeşe bikin… Ji kerema xwe gotinên min berovajî nekin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin