Muharrem Înce ji Demirtas re: Di bûyerên Geziyê de, di referandûma 2010an de tu li ku bû

19 nîsan 2023 14:32
Muharrem Înce ji Demirtas re: Di bûyerên Geziyê de, di referandûma 2010an de tu li ku bû

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Welat Muharrem Înce, di televîzyona Sözcü ya ku mêvanê wê bû de derbarê rojevê de daxuyanî da.

Înce bersiva Demîrtaş da û îfadeyên “Muharrem Xoce eyb dike, piştî hilbijartinê wê ev gotinên nebaş li serê wî bimîne” da.

Înce derbarê Demîrtaş de got:

Ger îro hûn di girtîgehê de ne, ji ber ku parêzbendiya we hatiye rakirin. Di wê biryarê de îmzeyên Ahmet Davutoglu, Alî Babacan û Selçûk Ozdag jî hebûn. Daxuyaniya Kiliçdaroglu heye. Got, 'Ev li dijî destûra bingehîn e, lê em ê bibêjin erê'. Min deng na da. Babacan Davutoglu amade kir, Kiliçdaroglu deng da, Demîrtaş ket girtîgehê. Min deng neda. Demîrtaş bila li qusûrê nenere, di sala 2010an de daraza radestî FETO kir. Referandûm boykot kirin. We bêbextiyeke wiha li Tirkiyeyê kir. Wan daraza teslîmî FETO kirin. Dema bûyerên Geziyê tu li ku bûyî Demirtaş. Di referandûma 2010an de tu li ku bû? Tu di pêvajoya çareseriyê de hevkarê AKPê bû. Ez dixwazim ew hinekî zorê bide hişe xwe.