Erdogan: Bi vekisîna Muharrem Înce xemgîn bûm...

11 gulan 2023 22:47
Erdogan: Bi vekisîna Muharrem Înce xemgîn bûm...

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û namzedê serokomariyê yê hilbijartinên 14ê Gulanê Recep Tayyip Erdogan, li ser vekişîna ji namzediyê ya Serokê Partiya Memleketê Muharrem Înce axivî û xemgîniya xwe anî ziman.

Erdogan di mîtinga hilbijartinê ya li Mamak a Enqereyê de, li ser daxuyaniya vekişînê ya îro ya Muharrem Înce got: "Yek ji namzedan ji namzediyê vekişiya. A rast xemgîn bûm. Xwezil ev pêşbirk heta dawiyê dewam bikira.”

Herwiha Erdogan di axaftina xwe de, dîsa qala Selahattîn Demirtaş kir û ew wekî xayîn û terorîst bi nav kir û got ku Kilicdaroglu dixwaze wî i girtîgehê rizgar bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî vekişîna Muharrem Înce yê ku 5 sal berê namzedê CHPê yê serokomariyê bû, 3 namzed mane ku dê di pêşbirka serokomariyê de cî bigirin; Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kilicdaroglu û Sînan Oganê ji MHPê cuda bûye.