Erdogan: Ez bi Muharrem Înce re bi telefonê axivîm
PeyamaKurd – Erdogan diyar kir, bi Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înceyê ku ji bernamzediya Serokomariyê vekişiya bi telefonê axivî.
Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Gel û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di weşana hevpar a hin televizyonan de pirsên rojnamevanan bersivand.
Erdogan di axaftina xwe de wiha got:
“Ez bi rastî ji ber ku birêz Muharrem ji pêşbirka em ê bi hev re têketanê vekişiya, xemgîn im. Lê mixabin ji ber ku bû hevrikê bay Kemal yê ku bi qasetan hatibû meqamê, bi komployeke wiha re rû bi rû ma. Bi taybetî îro min gazî Muharrem Beg kir. Min xwest ez bi wî re biaxivim ka di vê pêvajoyê de çawa tiştekî wisa hatiye serê wî.
Bi qasî ku ez fêm dikim ez nabêjim ku Kiliçdaroglu niha mil bi mil, dest bi dest e, tiştekî ji vî Muharrem Beg tê. Ev taktîkeke FETO ye. Berê jî ev yek hatiye kirin. Kiliçdaroglu bi kaseteke navdar hat vê buroyê. Û hat û diyar kir ku ew ê vê yekê jî neke. Dotira rojê rabû, da zanîn ku ew ê nebe namzet.
Ji civîna îro ez têdigihim ku li pişt vê biryara birêz Muharrem hin êrîş hene ku pir in, bê şik û guman hene û mirovên rast û birûmet nikarin qebûl bikin. Me jê re got em amade ne bi her awayî alîkariya wî bikin. Tişta ku divê em wek dewlet bikin Wezareta Dadê ye, Wezareta Karên Hundir e û erka meqamê ku em berê tê de ne. Bi vî awayî wê pêvajo destpê bike. Di vê demê de, pêşbazî bi yek kêmasiyê dimeşe. Li ser sindoqan tiştek neguheriye. Hêviya min ew e ku encam baş be.”
Serokê Giştî yê Partiya Memleket û namzetê Serokomariyê Muharrem Înce bi daxuyaniyekê ku roja borî li ber navenda partiya xwe dabû, bi raya giştî re parve kiribû ku ji bernamzetiya xwe ya serokomariyê vekişiyaye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin