MSB: YPGê li Efrînê êrîs kir, 2 lesker birîndar bûn

09 tebax 2019 21:29
MSB: YPGê li Efrînê êrîs kir, 2 lesker birîndar bûn

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê êrîş birine ser binkeyeke leşkerî ya artêşa Tirkiyê û 2 leşkerên tirk birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand, li Herêma Efrînê êrîşî binkeyeke wan a leşkerî hatiye kirin ku êrîş ji herêma Til Rifetê ve hatiye kirin û di êrîşê de çekên dijîtank hatine bikaranîn.

Bajaroka Til Rifetê ku navenda herêma Şehbayê ye û dikeve başûrê rojhilatê Efrînê di bin kontrola YPGê de ye.

Heta niha ji aliyê YPGê ve li ser vê êrîşê daxuyaniyek nehatiye.

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûbên opozîsyonê ve hatiye dagirkirin û ji wê demê ve jî rewşa aloz ya li Efrînê berdewam e.