YPGê li Efrînê êrîsî leskerên tirk kir: Hejmarek lesker bi giranî birîndar bûn
01 gulan 2019 13:59
PeyamaKurd – YPGê li Efrînê li dijî leşkerên Artêşa Tirkiyê (TSK) êrişek pêk anî. Di wê êrîşê de 7 leşkerên tirk birîndar bûn.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Azezê ya Efrînê li dijî leşkerên Artêşa Tirkiyê (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) êrişek pêk anî. Di wê êrîşê de 4 leşkerên tirk û 3 endamên ASAyê birîndar bûn.
Piştî êrişê rêya otombêlan a Azezê bo trafîkê hat girtin û şer û pevçûn derketin.
Piştî êrişê, artêşa Tirkiyê li Beylûna Şehbayê, gundên Eyn Deqneyê û girê Til Rifetê topbaran kir.
Çavkaniyên nêzîkî YPG êşkere kirin ku di encama topbarana artêşa Tirkiyê de 5 welatiyên sivîl birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
YPGê êrîsî leskerên tirk kir, Tirkiyê daxuyanî da
19 tbx 2019
Jiyan
Artêsa Tirkiye êrîsî çeperên YPGê yên Til Rifet û gundên Efrînê kir
02 cot 2019
Jiyan
YPGê li Efrînê li ser Artêsa Tirk êrîsek pêk anî!
07 nsn 2018
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin