‘MÎTê pêsî bi HSDê re dû re bi Ocalanî re hevdîtin pêk anî’
PeyamaKurd – Li Tirkiyê rojev hilbijartinên Stenbolê ye lê li Sûriyê jî rûdanên balkêş diqewimin. Tê îdiakirin ku di navbera Enqerê û YGPê de hevdîtin têne kirin.
Rojnamevan Amberin Zaman di Al-Monîtorê de îdia kir ku rayedarên Tirkiyê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtinan dikin.
Zaman, “Şandeka MÎTê beriya 10 rojan bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Kobanê re li Rojavayê hevdîtinek pêk anî. Piştî vê hevdîtinê herdu alî hefteya borî jî hatin cem hev. Heman şande piştî van hevdîtinan serdana Îmraliyê kir û bi Ocalanî re jî civiya.”
‘HÊJ DAXUYANIYEK NEHATIYE DAYÎN’
Kobanî di wê hevdîtinê de israr kir ku Efrînê radestî wan bê kirin û diyar kir ku ji bo aramkirina Tirkiyê jî ew amade ne ku ji Tel Abyadê vekişin. Derbarê îdiayan de hêj tu daxuyanî tine ne lê rûdanên vê dawiyê îhtimala vê yekê xurttir dikin.
Partiya Komariya Gel (CHP) jî ev demek bû bilêv dikir ku Enqere û rayedaren Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hevdîtinan pêk tînin lê aliyên peywendîdar di vî warî de tu daxuyanî nedabûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin