Ji HSDê daxuyaniya hevdîtinên ENKS û PYNKê: Em pabendî însiyatîfa xwe ne

17 sibat 2021 01:01
Ji HSDê daxuyaniya hevdîtinên ENKS û PYNKê: Em pabendî însiyatîfa xwe ne

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê danûstandinên yekrêziyê yên navbera partiyên ENKS û PYNKê de ku serpereştiya wan digel şanda Amerîkî dike, daxuyanî da.

HSDê diyar kir ku ew pabendî însiyatifa xwe ya xebatên ji bo yekîtiyê yên di navbera PYNK û ENKSê de ne.

Nivîsgeha Têkîliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk- derbarê hevdîtinên di navbera PYNK û ENKSê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir ku tê de got, ew pabendî insyatîfa xwe a ji bo hevdîtinên di navbera PYNK û ENKSê de ne.

HSDê bang li aliyan kir ku ji bo yekîtiyê bi berpirsiyarî tevbigerin û da xuyakirin, hevîdtinên di navbera partiyên kurd de beşek ji stratejiya Hêzên Sûriya Demokratîk e ku bibe destpêka hevdîtinên ji bo Sûriyê jî.