James Jeffrey ji bo hevdîtinên ligel ENKS û PYNKê li Rojavayê Kurdistanê ye

20 îlon 2020 18:06
James Jeffrey ji bo hevdîtinên ligel ENKS û PYNKê li Rojavayê Kurdistanê ye

PeyamaKurd -  Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffreya îro 20ê Îlonê ji bo hevdîtinên giriîg bi partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re bike gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

James Jeffreya bi armanca pêkanîna hin hevdîtinên girîng ligel aliyên siyasî yên kurd gihîşt Rojavayê Kurdistanê ku hat ragihand, îro Jeffrey bi Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê û Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd (PYNK) re wê hevdîtinan bike û ew hevdîtin dê derbarê danûstandinên navbera herdu aliyan de dibe.

Çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku hîn nayê zanîn hevdîtina Jeffrey li gel her du aliyan dê rasterast be yan dê bi telekonferansê be. Lê pirsa guftûgoyan di çarçoveya babeta ragihandin merciyekî siyasî ya kurdî ye û danûstandinên navbera her du aliyan de dibe ku demeke ew hevdîtin tên kirin.

Li gorî zanyariyan bernameya serdana Jeffreya ya bo Sûriyê di rêza yekem de derbarê hevdîtinên yekrêziya aliyên Kurd û babeta opozîsyona Sûriyê ye. Tê çaverêkirin Jeffrey di serdana xwe de hevdîtinan bi hêzên opozîsyona siyasî ya erebî re jî pêk bîne.

Li ser ragihandina rêkeftina yekrêziya siyasî ya navbera ENKS û PYNKê jî çavkaniyan gotiye ku dem nehatiye diyar kirin, heta vê gavê jî Jeffrey gelo amade ye bo ragihandina merciya siyasî yan na nayê zanîn. Berî niha hatibû ragehandin ENKS û PYNK derbarê rêvberiya siyasî ya kurdî de bi çavdêriya Amerîkayê gihîştine rêkeftina dawiyê û wê di demeke nêzîk de jî bê ragihandin.