Erdogan bo hevdîtinên ligel Samê: Em ê di asta serokan de jî bicivin!

06 rêbendan 2023 00:25
Erdogan bo hevdîtinên ligel Samê: Em ê di asta serokan de jî bicivin!

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erodgan, îro 5ê Çileya 2023yan li Enqereyê di civîna Serokên Bajaran ên partiya wî AKPê de, derbarê hevdîtinên asayîbûnê yên ligel Sûriyê de jî daxuyanî dan.

Erdogan li ser îhtimala hevdîtineke xwe ya bi Serokê Sûriyê Beşar Esede re got: “Weke Rûsya Tirkiye û Sûriye li Moskowê civîneke îstîxbarat û Wezîrên me yên Berevaniyê çêbû. Bi vê jî me proseyek da destpêkirin. Piştre jî Wezîrên me yên Derve dê civîneke sêalî bikin. Piştî wê jî li gor pêşhatan weke serokan em ê bicivin. Derdê me li navçeyê parastina aramî û serweriya aştiyê ye.”

Erdogan beriya vê daxuyaniyê jî pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Rûsyayê Viladimîr Putîn pêk anîbû û li ser naveroka wê axaftinê jî got: “Me li ser wê yekê gotûbêj kirin ku em dikarin li navçeyê çi bikin. Me li ser pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê nirxandin kirin.”

Erdogan piştî civîna Moskowê ragihandiye ku wê wezaretên derve yên Tirkiye û Sûriyê jî van rojan li hev bicivin.