MÎT: Berpirsê PKKê yê tilyakê û spîkirina pere hate bêbandorkirin

10 mijdar 2023 21:24
MÎT: Berpirsê PKKê yê tilyakê û spîkirina pere hate bêbandorkirin

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Tirkiyeyê, Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) eşkere kir ku li nav sînorên Herêma Kurdistanê, berpirsê PKKê yê bazirganiya tilyakê û spîkirina pereyan hatiye bêbandorkirin,

Hatiye diyarkirin ku berpirsê bazirganiya tilyakê û spîkirina pereyên PKKê yê bi nasnav ‘Rizgar Siwar’ ê ku navê wî Yadîn Bulut e, li nav herêma Kurdistanê bi operasyoneke nûqteyî hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Yadîn Bulut ji sala 2015an ve beşdarî kadroya PKKê ya çiyê bûye û xebatên xwe li Xakurk-Avaşînê kirine.