Mistefa Kazimî hejmarek berpirsên parêzgeha Zîqarê ji kar dûr xist

13 tîrmeh 2021 16:29
Mistefa Kazimî hejmarek berpirsên parêzgeha Zîqarê ji kar dûr xist

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ji ber bûyera şewatê ya li Nasiriye, hejmarek berpirsên parêzgeha Zîqarê ji kar dûr xist û derbarê wan de lêpirsîn da destpêkirin.

Derengê şeva borî 12.07.2021ê, agirekî mezin bi Nexwaşxaneya Îmam Husên a çareserkirina nexweşên vîrusa Koronayê li Nasiriye ket û ji ber wê, ji 62yan zêdetir nexweş şewitîn û can dan û hejmareke din jî birîndar bûn.

Ofisa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di beyanameyekê de diyar kir: Kazimî ji bo lêkolîn li ser bûyerê bilez pêk bê, li gel hejmarek wezîr û fermandarên ewlehiyê civiya ye.

Li gor heman beyanameyê, Kazimî di civînê de çend biryar derxistin ku ew jî wiha ne:

- Lêkolîn li ser asta bilind a hikûmetê de li ser bûyerê

- Bilez şandina tîmeke wezaretê bo parêzgeha Zîqar

- Li ser ji kar dûrxistina wan berpirsên navê wan li xwarê destpêkirina lêkolîna li gel wan;

1 – Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Zîqarê

2 – Rêveberê Nexwaşxaneya Îmam Husên.

3 – Rêveberê Berevaniya Şaristaniya Zîqarê.

- Hemû wezaret erkdar in ji bo gîhandina alîkariya bilez ji bo Zîqarê

- Derxistina hejmara wan kesên di bûyerê de can dane û şehîd bûne û ji mirovên wan re mafê kesûkarên şehîdan dayîn.

- Birîndarên ku rewşa wan xerab e şandina derveyî welat.

- Ragihandina 3 roj şîna giştî li Iraqê.