Mistefa Kazimî hejmarek berpirsên ewlekariyê ji kar vekisandin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, piştî teqînên Bexdayê ji ber valahiya ewlehîyê ku bûye sedema wê êrîşê, biryara vekişandina hejmarek berpirsên ewlekariyê da.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Lîwa Yehya Resûl ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihand, ew berpirs ji ber her du teqînên xwekujî yên roja Pêncşemê yên li Bexdayê ji postên xwe hatine dûrxistin.
Yehya Resûl da zanîn, Mistefa Kazimî bi biryarekê Alîkarê Wezareta Navxwe yê karûbarên Îstixbaratê Amir Seddam ji kar dûrxistiye û Ehmed Ebû Rexîf li cihê wî daniye. Herwiha Rêveberê Giştî yê Îstixbaratê û Têkoşîna Dijî Terorê li Wezareta Navxwe-Şaneya Bazan, Ebdulkerîm Ebd Fazil ji kar hatiye dûrxistin û Hemîd Şetrî Cîgirê Serokê Dezgeha Asayişa Niştimanî ji bo wê erkê hatiye bicihkirin.
Yehya Resûl got, Kazimî herwiha Fermandarê Operasyonên Bexdayê Ferîq Qeys Mihemedawî veguhestye Wezareta Berevaniyê û Lîwa Rukin Ehmed Selîm li cihê wî diyar kiriye.
Resûl da zanîn, Serokwezîrê Iraqê herwiha Fermandarê Polîsê Federalî, Ferîq Rukin Ceifer Betat ji kar avêtiye û Ferîq Rukin Raîd Cewdet Şakir li cihê wî danîye û Rêveberê Beşa Îstixbarat û Asayişê ya Operasyonên Bexdayê Basim Mecîd jî ji aliyê Kazimî ve hatiye dûrxistin.
Di teqînên xwekujî yên doh 21ê Çileya 2021an de, 32 kes hatibûn kuştin û 110 kes jî birîndar bûbûn ku DAIŞê ew êrîş li xwe girtibûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin