Mirovên hev li ser mîrasê ser kirin: 4 kes birîndar bûn

10 mijdar 2025 23:31
Mirovên hev li ser mîrasê ser kirin: 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Kayseriyê li navça Melikgaziyê li taxa Fatihê, bi sedema pervekirina mîrasê mirovên hev bi kêran li hev xistin û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan; kesê bi navê Ş.P. ji bo parvekirina mîrasê çû mala mirovên xwe mala li nav rezan. Li malê munaqeşe kirin û di encamê de kesê navborî bi kêrê li mirovên xwe yên bi navên İ.T, D.T, Ş.P û Y.P. xist û wan birîndar kir.

Dema polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê rûdanê, birîndaran bi ambûlansê birin nexweşxana Fakulta Tibê ya Erciyesê.

Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa Ş.P. û Y.P. xerabe. Polîs di wextekî kurt de karibû êrîşker Ş.P. bigre, bibe kontrola doktor û bo îfadê wî bistîne ew birine baregeha asayîşê.