Li Diyarbekirê du malbatên mirovên hev ser kirin: Kustî û birîndar hene

15 berfanbar 2021 15:29
Li Diyarbekirê du malbatên mirovên hev ser kirin: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, du malbatên mirovên hev şer kirin û di encamê de kesekî can da û sê kesên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li gundê Ekincîler ê ser bi navçeya Yenîşehîr a  Diyarbekirê, du komên pismamên hev, ji ber doza lihevnekirina li ser erd, çûn dadgehê û di dema derketina ji dadgehê de,  di navbera pismaman de niqaş çêbû, niqaşa wan a devkî mezin bû û veguherî şerê bi çekan.

Di şerê wan de ji her du malbatan kesekî bi navê Altan Guler can da û 3 kesên din jî birîndar bûn û kesên birîndar rakirin li nexweşxaneyên Diyarbekirê.

Derbarê bûyerê de, 4 kes hatin desteserkirin û herwiha lêpirsîn jî hate destpêkirin