Mînîbusa karkeran qeza kir: 12 karker birîndar bûn
21 îlon 2022 13:00
PeyamaKurd – Li parêzgeha Batmanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û minîbûsa karkerên dirûtina cilûbergan li qelibîn û di encamê de 12 karker birîndar bûn.
Hat ragihandin ku îro 20ê Îlona 2022yan li navçeya Qubînê ya Batmanê otomobîlekê ji paş ve li mînîbûsa karkerên kargeheke dirûtina cilûbergan a li Devera Pîşesaziyê ya Batmanê da û di encama bûyerê de 12 karkerên di mînîbûsê de birîndar bûn.
Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûn cihê bûyerê û birîndar piştî midaxaleyên destpêkê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Batmanê û hêzên ewlekariyê têkildarî bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Batmanê mînîbusa karkeran di newalê de wer bû: 1 mirî, 10 birîndar
28 cot 2019
Jiyan
Mînîbusa karkeran li Tirê xist: 6 mirî û 8 birîndar hene
01 adr 2025
Jiyan
Li Balikesîrê mînîbusa karkeran welgeriya: 18 kes birîndar bûn
08 sbt 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin