Li Batmanê mînîbusa karkeran di newalê de wer bû: 1 mirî, 10 birîndar
28 cotmeh 2019 22:10
PeyamaKurd - Li navçeya Hezo ya bajarê Batmanê (Êlih) yê Bakurê Kurdistanê mînîbusa karkeran di newalekê de qulibî û hemû rêwiyên di mînîbûsê de li derodê ketin û belav bûn.
Hat zanîn ku di encama qezayê de karkerekî tekstîlê bi navê Mahsun Aksoy jiyana xwe ji dest da û 4 ji wan bi giranî 10 karkerên din jî birîndar bûn.
Birîndar ji aliyê welatiyan û tîma Agirkujiyê ya Şaredariya Êlihê ve hatin derxistin û bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê hatin veguhestin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Mînîbusa karkeran li Tirê xist: 6 mirî û 8 birîndar hene
01 adr 2025
Jiyan
Li Balikesîrê mînîbusa karkeran welgeriya: 18 kes birîndar bûn
08 sbt 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin