Mihemed Sanri: Rojnemavanê Kurd divê helwesta doza rewa ya miletê xwe bizane
PeyamaKurd - Medya kurdî îro di nav medya cîhanê de cihê xwe girtîye. Bê guman tîştên ku mirov li ser medya kurdî bepeyive gelek e. Gelo pisgirêk û kêmasîyên medya Kurdî çine? Peyamakurd li ser vê mijarê û çend xalên din bi rojnemavanê Kurd Birêz Mehmet Sanri re peyivî.
Kekê hêja cenabê te ji ber ku rexne li Îranê girt; tevê ku têkilîyên Tirkîyê û ên Îranê gelek baş jî nîne, li Tirkîyê li hemberê te doz vebû. Gelo ev ne nakokîye?
Em norm, pîvan û pêgiriyên hiquqî yên unîvers danin aliyekê, vê gavê rewşa ko li Tirkiyeyê heye, ji aliyê yasayan ve jî rewşeke aform e, wekî boxçikeka her derê wê bi pîneyan digel hev girêdaye, kengê bivên her çi pîne be, lê didin an jî jê derdixin, pîneyeke dî lê dixin…
Bo nîmûne destûra bingehîn ya tirkan ya vê gavê jî maddeya 26, benda 1-ê dibêje:
“Herkes xwedana wê azadiyê ye ko dîtina xwe, qenaeta xwe bi rêya nivîs, gotin, dîmen an jî bi rêyên dî, bi tenê an jî bi komî rave bike, belav bike. Ev azadî, bêyî midaxaleya desthilatdarên fermî hebe, azadiya danûstandina nûçeyan û fikrê ji dixe ber xwe…”
Serweriya tirkan ne jixweve “Manîfestoya Unîvers ya Mafê Mirovan” jî di 6-ê Nîsana 1949-ê de îmze kiriye, lê ji wê rojê heya niha rojekê tenê jî pêgirî li vê manîfestoyê nekiriye.
Di rewşa serweriya tirkan ya îro de jî mirov nikare ji aliyê yasayan ve jî tevneke, pêkhateyeke hevgirtî û guncaw bibîne. Biryara mehkemeyekê ji ya dî nagire. Hem ji aliyê cihbecihkirinê ve hem jî ji aliyê teoriyê ve, “içtihat-jurisprudence” rêyek sereke ya pêkanîn û bipêşvebirina tevna hiquqê ye. Li Tirkiye ev rê an teorî tenê dema li dijî hemwelatiyan be tê bi kar anîn. Hiquqnasê kurd Ali Topuz rewşa serweriya tirkan ya îro wekî rewşek ya “antî-hiquqê” bi nav dike. Encamên vê rewşa “antî-hiquqê” jî, em hemî dibînin. Berdin hiqûqê yasa jî tune.
Lewma welateke di rewşa navxweyî ya ji alîyê hiquqê ve evqas aform be, mirov nikare ji tu aliyî ve helwesteke bênakok jê hêvî bike. Ji aliyê aqileyeta serweriya îro ve diyar e ka bo çi xwe dike meratlê Îranê. Dijeberiya kurdan e. Tenê dijberiya kurdan e diyar dike ka seweriya tirkan digel çi ye, anjî li dijî çi ye.
Tu rewşa medya kurdî çawa dibînî? Gelo em dikarin bibêjin bi avayekî objektif karê xwe dikin?
Pêşiyê divê em bibînin ko ji aliyê pêkhateya aborî ve, medyaya kurdî ne xwedanê pêkahteyeke xurt e. Sermayedariyeke cihêreng li pişt medyaya kurdî ya sereke anjî “mainstream” tune ye. Medyaya heye bi derfet û piştgiriya partiyên siyasî ye.
Lê lorî qenaeta min kêşeya sereke ya medyaya kurdî ya îro ne ji sedema wê ye ko partî piştgir in.
Pêşiyê divê em wê rastiyê qebûl bikin ko di dîroka mirovahiyê de û di rewşa îro de jî qet tu weşanek an jî pêkhateyek ya weşanî tune ye ko “ne xizmetkarê” cihekê, fikrekê an jî mîhwerekê be. Bo nimûne 4 kitêbên miqedes jî dema em li ber çavan bigirin, her yekê xizmetekê bo cihekê dikin. Ji ber vê jî pîvana “objektîvî û bêlayaniyê” di warê ragihandinê de sînaron wê ne gelek zelal in.
Belê tiştek pir zelal heye ko, her çi miroveke yê karê rojnamevaniyê dike, divê: derewan neke, bêbextiyan neke, bi tu awayî êrişî kom û mirovên bêdesthilat neke, dijminahiya ferq û cudahiyên dînî, etnîkî, mezhebî neke. Wekî wijdan, wekî ehlaq divê hertim ji aliyê mirovên bêdesthilat ve çavdêriyê li kar û kiryarên desthilatê bike.
Lewma bi ya min dema rojanmevaneke nûçeyekê amade dike, ji beriya binêre ka yasa û normên komalgehî çi dibêjin?
Divê ji aliyê ehlaqî ve li xwe û hewlesta xwe binêre; bizane ji beriya hertiştî xwedanê berpirsiyariyeke ehlaqî ye.
Di vê berpirsiyariyê de prensîp û hêjayiyên parastina berjewendiyên komalgehê û seqamgiriya komalgehê jî heye. Ji beriya bênere ka yasa, desthiladar çiqasê rê didin karî wî an nadinê, di pileya yekê de divê berpirsiyariya xwe ya ehlaqî ji bîr neke.
Nemaze bi taybetî em, wekî rêberê nemir û mezin Mele Mistafa Barzanî gotî: em mileteke mazlum û zulimlêkirî ne. Rojanemavanê kurd divê ji vî aliyê jî berpirsiyariya xwe ya ehlaqî ya helwesta digel doza rewa ya miletê xwe bizane. Li himberî êrişên dereke yên sîstem û sazûmanên li dijî heqîqeta kurd û Kurdistanê qet nabe bêyî nêrîn be. Helbet nabe derewan li dijminê xwe jî bike.
Ji objektîvîyê zêdetir bêqaulîteyî û bêperspektîfiyek ya nêrîna rojnemevaniyê di dezgehên ragihandina kurdî de wekî serdest xuya dike.
Bo nimûne tu dikarî seatekê nîv-seatê axaftina serok an jî berpirsiyareke hikmû yê dewleteke “cîran” bi awayekî zindî- wergera simultane tê weşandin di hindek organên ragihandina kurdî de bibînî.
Li tu welatek yê dinê, ragihaneke bi vî rengî nîne. Axaftin û beyanên ti desthilateke biyanî di formeke “xaf" de nayê ragihandin. Tu rojnamevanê welatê xwe yî, divê bizanî di bergehê welatê te de wateya wê beyanê çi ye.
Hîn rojname û malperên Başûr bi tirkî jî nûçe belav dikin; Ji ber ku li ser vê mijarê rexne li hinek tv û rojnameyan tê girtin; bi raya te divê nûçeyên tirkî bi çi şêvazê be?
Ji beriya her tişt divê hem, wekî şêweyê ragihandinê hem jî wekî formulasyon, ragihandina kurdî ya bi zimanê tirkî xwe ji lojîk û formulasyonên medyaya tirkî biparêze. Ji aliyê ziman, mentalîteyê ve gelek arîşeyên ragihandina tirkan hene. Zimanê vê ragihandinê bi her awayî di mijara Kurdistanê û komelgeya kurd de zimaneke negatîf e. Zimaneke ‘kolonyalîst’ e. Ev ziman bi îdeolojiyek ya dewletê ya bi dirêjahiya sed salekê hatiyê honandin.
Medyaya kurdî gelek caran nûçeyên medyaya tirkî “copy paste” dikin anjî her wekî “copy paste” be nûçeyan amade dikin.
Tu wekî kurd nikarî bi ti rengî medyayekê bo miletê tirk çêkî, ew milet bi xwe qenç an xerab xwediyê medyaya xwe ye. Wê demê nabe ji bo tu xwe li komelgeh an jî li desthilatdarên tirk bidî şirîn kirin “rolê medyaya” wan bigirî ser xwe an jî wî rolî bilehîzî.
Dibe ko wekî gelek ajansên dinê dikin, anjans û organên medyaya kurdî jî bixwazin komalgeya tirkan, ereban, farisan an jî her çi welateke bîyanî be bi zimanê wan, wan înforme bike, ev tişteke pêwîst e jî. Lê divê tu ne “şibî wan” wekî xwe bî. Dema tu bixwazî “bişibî” wan, ev ji du aliyan ve bêberpirsiyriyeke xerab e. 1) Tu erkek ne ya te ye, tu digirî ser xwe. 2) Tu îsrafê li serweta miletê xwe dikî.
Lewma di prensîba pêşiyê de, tu rojnamevan î, divê bizanî xizmeta çi dikî, bo kê dikî? Ger kurdî, belê di organek ya ragihandina tirkan an jî di her organeke dî ya biyanî de dixebitî wekî take, di mîhwera giştî de ew organ, dê aresteyê karê te diyar bike. Ev jî rastiyek dî ye.
Ti organek ya ragihandinê ya wekî îdia dikin dibêjin “universal” li seranserî dinê bo xêra dinê hemûyê kar dike tune ye. Tişteke bi vî rengî ne rasyonel e jî, hem ji aliyê ziman ve hem jî ji aliyê berjewendiyên giştî ve jî. Wekî feylesofê nemir Xidirê Kironî gotî: herkes û zingara xwe. An jî hêj rasttir wekî Xanî dibêje: di vî zemanî de herkes mîmarê dîwarê xwe ye.
Ji hela azadîyê ve rewşa medya li Başûrê Kurdistanê çawa dinêrxînî? Gelo rojnemevan li Başûr beî ku li bin bandora desthelatarîyê de bimînîn dikarin nûçeyên serbixwe amade bikin?
Divê ez pêşiyê bêjim ji beriya çend salan min çend caran digel berpirisyarên payebilind yên Kurdistanê çend roportaj pêk anîne, ez li gelek şar û şarûçekeyên Başurê Kurdistanê jî wekî rojnamevan çend caran geriyame.
Lê li saheya meyadanî ya Başûr de, ji aliyê praktîkî ve wekî kar, tecribeyeka min ya karê rojane li wir, di dezgehên ragihandinê de çênebûye heya ko ez, baş bizanim ka rojane çi astengên îdarî, hiquqî û yasayî derdikevin pêşber rojnamevanan. Mebesta min ji aliyê cihbecihkirinê ve ye.
Bi qasî ez dizanim heya niha tu diyardeke yê girtin û bendîxanekirina rojnamevanan li Başûrê tune ye.
Her ji aliyê cihê rengiyê ve jî çi di asteyê Başûr û çi di asteyê navneteweyî de be, ragihandineke gelek berfereh li Başûr heye û haya niha min nedîtiye ko ti astengî bo ti organek yê ragihandinê hatibe kirin. Di mijara çend bûyerek yên têkdanê û karên terorî û sotandinê ne di nav de.
Tevî ko ragihandina xwecih ya Başûr ji aliyê seqamgirî û ewlakariya giştî ve gelek caran karên gelek bêtam û xeter jî dikin bi awayekî azadane dikarin karê xwe bikin. Bawer nakim li Başûr diyarde an jî kêşeyek li ser azadiya rojnamamevaniyê/ragihandinê hebe.
Bes arîşe ji aliyê parastina asayişa giştî ve di şêweyê ragihandina Başûr de heye. Di şerê li dijî Daişê de jî me ev, bi awayekî pir zelal li ber çavan didît. Di dema ragihandinê de gelek caran hindek kanalên televîzyonî pêgirî li pîvanên ewlekariya berêyen Pêşmerge, seqamgirî û aramiya komalgehê nekirin. Qismek ragihandina li Başûr bibû dengê caşatiyê û îxaneta 16-yê Oktoberê jî, belê li Dihok û her deverê Kurdistanê wan jî karê xwe dikirin.
Hinek rojnemevanên tirk gelek zêde di hîn çalakîyên medya kurdan de cîh digrin; Bes beî ku navê Kurdistanê bînin ziman gotarên xwe peşkeş dikin. Gelo sedem çîye ku ev camêr û canik li ber çavê hinek medya kurdî de ewqas binirx in?
Bi ya min karên bi vî rengî ji sernewextî û peywendiyên “prîvat” in. Helbet ji aliyê nêrînên cihêrengî ve divê ragihandina kurdî sîngfereh be. Lê nizamin nivîskarek, rojanamevanek, akademîsyeneke nekare navê Kurdistanê bîne ser zimanê xwe, çawa dikare di heqê Kurdistanê de xwedanê “nêrîneke hêja” be!? Ev mijar di medyaya kurdî tam bi çi awayî ye baş nizanim, rastî. An jî pênasa wê li cem min nîne.
Îro herî zêde nûçe li ser medya civakî tê belav kirin. Gelo civak çiqas bawerîya xwe bi wan nûçeyên li ser medya cikavî tên belav kirin tîne û li gor wan tevdigere
Li gorî lêkolînek ya navenda rapirsî û lêkolînan KONDAyê kiriye. Rêjeyên 2018-yê li Tirkiyeyê kesên temenê wan di nêvbeyna 15 û 29-ê de ye, sedê 93-yê wan medyaya sosyla bi kar tîne (%60 Facebook, %50 Youtube, %32 Twitter). Ev rêjeyeke pir balkêş e. Nêrînek, bizavek ev gruba di nêvbeyna vî temenî de di nav de nebe tu dahtuyek bo wê nêrîn û bizavê tune ye.
Mijara cihê bawerî û ne cihê baweriya medyaya sosyal, kêşeyeke ya seranserê dinê ye. Apart û teknolojiyeke nû ya ragihandinê ye.
Di dinê hemû yê de hêj tu rêyeke ya serderiyeka baş ya bo kontrolkirina nûçe û agahiyên rast nehatiye dîtin.
Teknolojiyeke dînamik e. Di vê xalê de giringiya şaraziya karê pîşeyî, giringiya wijdan û ehlaqê kesê ko rojnamevan e hêj zêdetir dike.
Rastî ye ko sosyal medyayê serî ji medyaya klasîk; rojname, radyo û tvyan standiye. Ev medyaya klasik jî ta radeyekê bi saya serê medyaya sosyal hebûna xwe berdewam dike.
Em rû bi rû teknolojiyeke nû, dînamîk, bilez, mobîl, xwecih û unîvers ya ragihandinê ne. Kî dê çawa bikare serderiyê li vê şepalê bike?
Her divê em jî bîr nekin ko werçerxana em di nav de ne, ji aliyê ragihandinê û têgihştinê ve jî êdî wekî “Post-truth” tê pênase kirin.
Ka çiqas karîgeriya rastiyê û heqîqetê bi xwe jî maye, heye? Ev jî mijareke dî ye. Lê rewş û dem çi dibe bila bibe, divê em ji bîr nekin ko êşa me ya neteweyî hêj heqîqeteke konkret ya ko her roj li ber deriyê me ye û “herkes mîmarê dîwarê xwe ye!”
Peyama Kurd: Spas ji bo ku te wextê xwe bo me terxand.
Mehmet Sanri: Ez spas dikim.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin