MHPê serlêdana betalkirina hilbijartinên Qersê kir

04 nîsan 2019 22:24
MHPê serlêdana betalkirina hilbijartinên Qersê kir

PeyamaKurd – MHPê ji bo hilbijartinên şaredariyê yên bajarê Qersê werin betalkirin ku piştî îtirazan careke din serkeftina HDPê hatibû teyîtkirin, serî Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr da.

Namzedê HDPê Ayhan Bilgen di hilbijartinên 31ê Adarê de wekî şaredar hat hilbijartin ku piştî îtirazên MHP û AKPê di encama ji nû ve jimartina dengan de, dengên HDPê zêdetir bibûn.

Bilgen li ser twitterê ragihand ku MHPê ji bo betalkirina hilbijartinên Qersê serî li Lijneya Hilbijartinê daye.