Mezrayek û 36 avahiyên Rihayê xistin kerentînayê

23 hezîran 2020 17:00
Mezrayek û 36 avahiyên Rihayê xistin kerentînayê

PeyamaKurd - Ji ber tedbîrên li dijî vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) mezrayek û 36 avahiyên Riha yê bajarê Bakurê Kurdistanê, xistin bin kerentînayê.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Rihayê, li navend û navçeyan, testa Covîd-19ê ya hinek welatiyan pozîtîf derket.

Li ser vê, Lijneya Parastina Tendirustiyê ya Wîlayetê, di çarçoveya tedbîrên dijî Covîd-19ê de hin biryarên nû dan.

Li gor biryarê, li navçeya Eyyubiyeyê li Taxa Payamliyê mezraya Tilxirabeyê, li Xeliyeyê 15, li Karakopruyê 8, li Eyyuniyeyê 6, li Sîweregê 2, li Sirûcê 3 û li Wêranşarê jî 2 avahî, dê 14 rojan di kerentînê de bimînin.

Ji aliyê din ve taxek û 12 avahiyên Rihayê ku berê xistibûn kerentînê, ji ber dema kerentîneya wan temam bû, ji kerentîneyê hatin derxistin.