72 avahihiyên din li Rihayê xistin bin kerentînayê

27 hezîran 2020 15:32
72 avahihiyên din li Rihayê xistin bin kerentînayê

PeyamaKurd - Li bajarê Bakurê Kurdistanê Rihayê, ji bo hembergirtina Koronayê 72 avahî hatin kerentînkirin.

Parêzgariya Rihayê ragihand, ji ber testa hin kesan pozîtîv derketiye, li navenda parêzgehê û 10 navçeyên wê, 72 mal di çarçoveya rênmayên rêgirtina belavbûna Koronayê 14 rojan hatin kerentînkirin.

Li 22 avahiyên din yê li navenda parêzgehê jî kerentîna bi dawî bû.

Heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, 194,511 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî 5,065 tûşbûyan can dane û 167,198 nexweş jî piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne.