Mezlûm Kobanê: Eger Erdogan êrîsî herêmên me bike, em ê serekî bi salan bidin mesandin
PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Mezlûm Kobanê der bar gefên Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê – Bakurê Sûriyê de axivî.
Mezlûm Kobanê tekez kir ku ew ê parastinê bi 100 hezar leşkerî li dijî dewleta Tirkiyê bikin û got,
“Em eniyên xwe yên şer veguhêzînin ser sînorê Bakurê Kurdistanê. Eger (SerokomarêTirkiyê Recep Tayyip) Erdogan êrîşî herêmên me bike, em şerekî bi salan û dûdirêj ser xaka 600 kîlomtre çargoşe bidin meşandin.”
Artêşa Tirkiyê (TSK) li ser sinorê Bakurê Sûriyeya û Rojhilatê Bakur ê Sûriye leşkeran bi cih dike. Tê diyar kirin ku TSK li ser daxwaza Amerîkayê leşkeran bi cih dike û dixwaze li aliyekî rageşiyê zêde bike û li aliyê din bêtir TSK û HSDê bîne hemberî hev û xeta xwe li ser aliyan ferz bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin