Êrîsî daxuyaniya rojnamegeran kirin
Dema polîsan êrîşî rojnamegerên ku ju bo rojnamegerên kurd Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştanê ku duh hatin qetilkirin, li Qada Şîşhaneya Beyogluya Stembolê hatin cem hev, gelek kes hatin binçavkirin.
Bi pêşengiya Cemiyeta Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û DÎSK Basîn-Îş geşedanên li dişopînin, li Qada Şîşhaneyê ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan xwestin daxuyaniyeke çapemeniyê li li dar bixin.
Polîsan bi îdiaya ku daxuyanî ji aliyê qeymeqamtiya Beyoglûyê ve hatiye qedexekirin girse asteng kir. Girseyê bertek nîşanî astengiyê da û dirûşma apemeniya azad nayê bêdengkirin” berz kir.
Polîsan girseya li qadê asteng kir û destûr neda ku ji qadê derkevin. Dema dorpêça polîsan dewam dikir, girse li kolana kêlekê li hev civiya û bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” ber bi qadê ve meşiyan. Piştî meşê polîsan girse asteng kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin