Daxuyaniya Îranê cîhan xist nava nîgeraniyê: Tengava Hurmizê dê neyê vekirin

30 tîrmeh 2026 10:30

Sûpaya Pasdarên Îranê ragihand ku heta ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çalakiyên xwe yên leşkerî û destwerdana di çûnûhatina deryayî ya li herêmê de bidomîne, Tengava Hurmizê dê neyê vekirin.

Daxuyaniya Îranê cîhan xist nava nîgeraniyê: Tengava Hurmizê dê neyê vekirin

RûpelNews - Li gorî televîzyona dewleta Îranê, di daxuyaniyeke nivîskî ya ku ji aliyê Sûpaya Pasdaran ve hat weşandin de hat tekezkirin ku Tengava Hurmuzê di bin kontrola Îranê de ye û hat diyarkirin ku heta ku DYA "têkildan û destwerdana xwe ya li ser çûnûhatina deryayî ya herêmî" rawestîne vekirina ji nû ve ya tengavê ne di rojeva wan de ye.

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku eger şert û mercên heyî bidomin, rewş dikare hîn zêdetir aloz bibe.

Îranê welatên ku piştgiriya Amerîkayê dikin hişyar kir

Îraê di daxuyaniyê de her wiha hişyarî da welatên ku piştgiriya DYAyê dikin û diyar kir ku eger ew polîtîkayên xwe yên heyî bidomînin, dibe ku bi "bersiveke tund" re rû bi rû bimînin.
Daxuyaniya derbarê Tengava Hurmizê de, ku yek ji xalên herî girîng ên teng ên bazirganiya enerjiyê ya cîhanî ye, piştî aloziyên leşkerî yên ku di van demên dawî de di navbera DYA û Îranê de zêde bûne, hat.

Daxuyaniyên dualî û manewrayên leşkerî yên di navbera her du aliyan de dibin sedem ku alozî li herêmê di asteke bilind de bimînin.