Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî daxuyaniya ser navê wan red kir û destdirêjiya hêzên Îranê sermezar kir

07 mijdar 2022 22:51
Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî daxuyaniya ser navê wan red kir û destdirêjiya hêzên Îranê sermezar kir

PeyamaKurd - Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî, li ser serkutkirina xwepêşanderan bang li hikûmeta Îranê kir, bi awayekî aştiyane ligel xwepêşandar û nerazîbûnan tevbigere û destnîşan kir, "bikaranîna tundûtûjiyê tawaneke mezin e".

Nivîsgeha Ragihandinê ya Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, "Her cûre tundûtûjî û destdirêjiyek li ser can û mal û saman û namûsa xwepêşanderan şermezar dikin û tekez dikin ku parastina prensîbên giştî, ji mebestên herî girîng ên şerîeta bi rûmet e".

Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî herwiha daxuyaniyeke bi navê Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî hatiye belavkirin red kir û diyar kir, "Ew beyanname sexte" ye ku bi navê Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî hatiye belavkirin û tê de hatiye gotin, "Yekîtî çavdêrî û lipeyçûnê ji bo wan bûyeran dike ku niha li Komara Îslamî ya Îranê diqewimin, herwiha nerazîbûna xwe nîşan dide li ser destdirêjiya ser endamên asayîşê û karmendên dewletê, tekez jî dike ku mafê Komara Îslamî heye ku berevaniya xwe bike..".

Di berdewamê de hat gotin: “Yekîtî rijd e ku mafê nîşandana fikr û ramana xwe ji bo welatiyan ji aliyê şerîetê ve mafekî parastî ye û divê rêz lê were girtin û keşûhewayeke guncaw jê re were pêkanîn. Di heman demê de nabe xwepêşandanê bikin hincetek ji bo dijminkarî û destdirêjkirina ser can û malan.”

Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî eşkere kir ku ew nerazîbûna xwe li hemû karên tundûtûjiyê yên Îranê nîşan didin û şermezar dikin, di heman demê de ji xwepêşanderan jî daxwaz kiriye, pabendî şêwaza aştiyane bibin û mal û milkên giştî û taybet biparêzin.