Mezlûm Ebdî: Şam dê 300 dîlên din berde
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî, ragihand ku berî cejnê 300 dîlên din dê ji hêla hikûmeta Sûriyeyê ve bêne berdan.
RûpelNews - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo 10 şervanên ku şehîd bûn, îro merasîmek hat lidarxistin. Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, jî beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm li Goristana Şehîd Dîcleyê bi beşdariya hezarên kesan hat lidarxistin.
‘300 dîl dê bêne berdan’
Di merasîmê de, Mezlûm Ebdî axivî û destnîşan kir ku ew dê têkoşînê bi serfirazî bidomînin. Ebdî got:
“Wan têkoşîneke bêhempa kiriye. Em ji malbatên wan re soz didin ku hemû şehîdên xwe dê bibînin û li goristanan bispêrin axa pîroz.”
Mezlûm Ebdî li ser girtiyan jî agahiyên nû dan û got:
“Em niha ji bo girtiyan hewl didin. Di rojên pêş de 300 kesên ku nav û belgeyên wan gihiştine ber destê me, dê werin berdan.”
Ji bo zimanê dayîkê û nasnameya kurdî
Mezlûm Ebdî li ser parastina mafên kurdan û destkeftiyan amaje kir û axaftina xwe wiha domand:
“Em soz didin gelê xwe ku heta dawiyê mîrata şoreşê biparêzin.
Ji bo ku zarokên me bi zimanê xwe biaxivin, fêrî zimanê dayîkê bibin û bi nasnameya xwe ya kurdî tevbigerin, em dê xebatên xwe bidomînin.
Ji bo misogerkirina mafên kurdan di destûra Sûriyeyê de em dê têkoşînek bêhempa bikin.”
