Mezlûm Ebdî: Rola Ocalan mezin e, em amade ne bi Sûriye û Tirkiyê re dîyalogê bipês bixin

02 hezîran 2019 10:06
Mezlûm Ebdî: Rola Ocalan mezin e, em amade ne bi Sûriye û Tirkiyê re dîyalogê bipês bixin

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî (Mezlûm Kobanî) di Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar kir, piştî bidawîbûna DAIŞê, ketine pêvajoyeke nû û da xuyakirin, ji bo xurtkirina parastinê dê HSD ji nû ve were sazkirin.

Mazlum Ebdî got ku piştî rizgarkirinê divê çareseriyeke siyasî pêk bê û axivî: “Şer bi dawî nebûye. Hêzên din dê hewl bidin herêmên me xerab bikin û ewlehiyê têk bibin. Parastina herêmên me erka sereke ye. Weke hêzên leşkerî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em dixwazin ne bi şer, pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Ji bo çareseriya siyasî em amade ne ku di nav de rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk jî, bi hemû aliyan re rêyên diyalogê pêş bixin.”

 ‘JI NÛ VE SAZKIRINA HSDÊ PROJEYEKE MEZIN E’

Ebdî da zanîn ku di şerên rizgarkirinê de 24 hezar şervan birîndar bûne û wiha pê de çû: “Lê ev heval neketin û careke din bi lehengî rabûn. Felsefe û ramanên me ji hemû astengiyên fîzîkî mezintir e. Hevalên şehîd bi dayîna canê xwe, bedelekî mezin dan. Em jî dê erk û berpirsyariyên xwe yên li hemberî wan pêk bînin. Em amadekariyan dikin ku HSDê ji nû ve vesaz bikin. Ji bo ku HSD bikare di aloziya Sûriyeyê de rola xwe bilîze, ev projeyeke mezin e. Ev jî dê bi rêya meclisên leşkerî pêk bê. Li pêşiya me konferanseke berfireh a HSDê heye. Di vê pêvajoya girîng de rolekî girîng û aktîf ên birîndaran jî dê hebe. Divê beşdarî hemû saziyên HSDê bibin û bi rola xwe ya pêşeng rabin.”

‘DI ÇARESERIYÊ DE DÊ ROLA OCALAN MEZIN BE’

Fermandarê HSDê hêvî kir ku konferans bi biryarên girîng bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoya ku em gihîştînê de roleke mezin a Abdullah Ocalan heye. Bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan, me îdeolojiya DAIŞê ya terorîst û faşîst têk bir. Ji ber vê jî di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de rola Ocalan dê ya mezin be. Di hevdîtina bi parêzeran re de jî Ocalan got ku dikare di çareseriyê de rol bilîze. Em bi vê bi bawerin.”