Mezlûm Ebdî: Entegrasyon ne dawî ye, lê destpêkeke nû ye
Şêwirmendê Serokomariya Sûriyê Mezlûm Ebdî, di daxuyaniyên xwe de ji entegrasyonê HSDê ya bi dewleta Sûriyê re heta mafên destûrî yên kurdan û perwerdehiya bi zimanê kurdî derbarê gelek mirjaran de nirxandinên balkêş kirin. Ebdî got ku, piştî 15 salên têkoşîna çekdarî ya kurdan dê di vê serdema nû de derbasî qada siyasî bibe.
RûpelNews - Di hevpeyvîneke ku ji aliyê rojnamevan Banu Guven a xebatkara Îlke TVyê ve li Hesekê hat kirin de, Ebdî tekez kir ku pêvajoya entegrasyonê ya HSDê divê wekî 'teslîmiyet' neyê dîtin.
Ebdî, ku destnîşan kir ku kurd di van salan de di warên siyasî, leşkerî û îdarî de tecrubeyeke girîng bi dest xistine got ku pirsgirêka eslî ew e ku ev tecrubeya berhevkirî dê di nav avakirina nû ya dewleta Sûriyê de statuyê werbigire.
Ebdî tekez kir ku mafên neteweyî, çandî, îdarî û zimanê dayik ên kurdan divê di destûrê de bên bicîkirin.
“Perwerdehiya bi kurdî ne bes e"
Ebdî got ku, di warê zimanê kurdî de, kiryarên heyî ji hêviyên kurdan kêm dimînin.
Ebdî, ku bi bîr anî di dema rêveberiya li Rojavayê de, zarokan dikarîbû ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî werbigirin, destnîşan kir ku mafê perwerdehiya bi kurdî yê ku niha ji aliyê dewleta Sûriyê ve tê naskirin, ji wê ezmûnê kêmtir e.
Ebdî, ku nêrîna xwe anî ziman ku nerazîbûnên civaka kurd derbarê vê mijarê de rewa ne, got ku divê kurd di derbarê zimanê xwe yê dayik de israra daxwaza xwe bikin. Wî her wiha şandina zarokan bo dibistanên ku perwerdehiya bi kurdî didin, wekî beşek ji vê têkoşînê dît.
"Divê mafên kurdan di destûrê de bên bicîkirin"
Ebdî, ku behsa girtina xwe ya di zarokatiya xwe de ji ber xwendin û nivîsandina bi kurdî dikir, got ku dema ew 13 an 14 salî bû, ji ber pirtûkên kurdî li dibistana wî hatibû serdegirtin û ew nêzîkî hefteyekê di girtîgehê de mabû.
Ebdî tekez kir ku garantîkirina mafên neteweyî, çandî, zimanî û îdarî yên kurdan di destûra nû ya Sûriyê de pir girîng e. Wî diyar kir ku ew dixwazin nûnerên kurd di komîteya destûrî de cih bigirin, ku tê payîn di mehên pêş de were avakirin.
Rewşa siyasî ya nû di rojeva HSDê de ye
Ebdî, ku bal kişand ser valahiya siyasî ya ku dibe ku piştî dawîhatina HSDê li herêmê derkeve holê, diyar kir ku avakirina stratejiyeke siyasî ya nû pêdiviyeke jiyanî ye.
Ebdî, ku destnîşan kir ku aktorên siyasî yên li herêmê li ser vê mijarê dixebitin, diyar kir ku nav û şêweyê struktureyê hêj nehatiye diyarkirin. Ebdî diyar kir ku têkoşîna siyasî dê cihê têkoşîna çekdarî bigire û tekez kir ku dersên ku di 15 salên borî de hatine wergirtin divê di vê serdema nû de derbasî qada siyasî bibin.
Têkiliyên bi Tirkiyeyê re
Ebdî, ku destnîşan kir Tirkiye di jinûveavakirina Sûriyeyê de lîstikvanek sereke ye, got ku di warên wekî pêşketina aborî, aramiya herêmî û çareseriya pirsgirêka kurd de cihên hevpar ên ku bi Enqerê re li ser li hev bê kirin hene.
Ebdî destnîşan kir ku pêvajoya nû ya aştiyê ya berdewam li Tirkiyeyê dikare bandoreke erênî li ser pirsa kurdî ya li Sûriyeyê jî bike, û amadebûna xwe ji bo pêşxistina têkiliyên bi Tirkiyeyê re nîşan da.
Ebdî armanca bingehîn a serdema nû ne wekî avakirina saziyeke cuda ji aliyê kurdan ve li nav Sûriyeyê pênase kir, lê belê wekî ku ew bibin yek ji hêmanên damezrîner ên Sûriyeyê û di heman demê de nasnameya xwe biparêzin, û wekî ku destkeftiyên hatine bidestxistin bi garantiyên destûrî werin berfirehkirin.
