Mezlûm Ebdî: Elaa ji aliyê wan ve hatibû binçavkirin

11 adar 2026 14:46

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî piştrast kir ku Elaa el-Emîn, welatiyê ku li Qamişloyê bi êşkenceyê hatibû kuştin, ji aliyê yekîneyeke ewlehiyê ya girêdayî wan ve hatibû binçavkirin.

Mezlûm Ebdî: Elaa ji aliyê wan ve hatibû binçavkirin

RûpelNews - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê Xê weşand û  derbarê Elaa el-Emîn, ê ku di zindanê de bi îşkenceyê hatibû kuştin, got, "Elaayê ciwan berê ji aliyê yekîneyeke ewlehiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser ve hatibû binçavkirin û di vê demê de jiyana xwe ji dest dabû. Komîsyoneke lêpirsînê ya bêalî hatiye avakirin ji bo eşkerekirina hemû hûrgiliyên bûyerê. Piştî ku lêpirsîn bi dawî bibe, encam dê di rojên pêş de bi awayekî şefaf bi raya giştî re bên parvekirin."

"Armanckirina konê sersaxiyê çalakiyeke sabotajê ye"

Konê sersaxiyê yê ku ji bo el-Emîn li Qamişlo hatibû danîn, duh êvarî hate şewitandin.

Derbarê vê yekê de, Ebdî got, "Êrîşa ku li Qamişloyê li konê şînê yê Elaa el-Emîn hatiye kirin, çalakiyeke sabotajê ye. Em tekez dikin ku dê rayedarên pêwendîdar bi biryardarî li pey sûcdarên vê yekê bikevin û wan bînin ber dadgehê da ku li gorî qanûnê berpirsiyar bên girtin."

Mezlûm Ebdî wiha got:

"Em careke din israra xwe dubare dikin ku her kesê ku ji vî sûcî berpirsiyar e û di bûyerê de cih girtiye, bêyî ku girêdayî kîjan saziyê be an çi postê bigire, dê bêyî îstîsna û rehmê hesab jê were xwestin û radestî dadgehê bê kirin.

Em şîn û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û hezkiriyên wî dikin û soz didin ku dê edalet pêk were."

Kuştina Elaa el-Emîn

Welatiyê kurd Elaa el-Emîn şeş meh berê ji Swêdê hatibû Qamişloyê ji bo amadekariya daweta xwe. Li gorî agahiyên ku ji malbatê hatine wergirtin, endamên Asayîşê şevekê hatin, Elaa binçav kirin û ew girtin, bêyî ku sedem an agahiyekê bidin malbata wî.

Ji wê rojê ve, tevî hemû hewildanên malbatê, ti agahî jê nehatiye girtin. Beriya du rojan, malbatê telefonek wergirt û ji wan re hat gotin ku biçin nexweşxaneyê, li wir wan zanîn ku Elaa ya 33 salî du meh berê di bin îşkenceyê de miriye.