Mesrûr Barzanî û Wezîrê Perwerdehiya Iraqê proseya perwerdehiyê gotûbêj kirin

14 nîsan 2022 19:44
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Perwerdehiya Iraqê proseya perwerdehiyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro 14ê Nîsanê roja Pêncşemê li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Perwerdehiya Iraqê Elî Hemîd El Dilêmî kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku her du aliyan proseya xwendinê û rewşa perwerdeyê li Iraqê gotûbêj kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de, girîngiya pêşvebirina hevahengî û alîkariya navbera Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqa Federal û Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.