Mesrur Barzanî û Sedwill civiyan: Brîtanya pistgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike
16 sibat 2020 18:34
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê li 56emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bi Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Brîtanyayê Mark Sedwill re hevdîtinek pêk anî. Mark Sedwill piştgiriya welatê xwe bo hikumeta Herêma Kurdistanê eşkere kir ku xwedî plana xwe ye.
Sedwill piştî hevdîtina ligel Mesrur Barzanî got, “Planeke hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û em jî piştgiriya wê dikin."
Mesrur Barzanî îro bi Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf re jî civiya û tê çaverêkirin bi Wezîra Berpirs ji Wezareta Derve ya Almanya Niels Annen û şanda Partiya Kesk a Alman re jî bicive.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Dîplomatên Brîtanyayê li Kabulê bi Talîbanê re civiyan
06 cot 2021
Jiyan
Nûnerên Brîtanya û Almanyayê bi sandeke bilind a Talîbanê re civiyan
04 îln 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin