Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Gistî yê Neteweyên Yekbûyî re civiyan

19 sibat 2022 17:29
Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Gistî yê Neteweyên Yekbûyî re civiyan

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Munichê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re civiyan.

Li gor agahiyan, di civînê de piştî pêşkêşkirina kurteyek li ser pêşhateyên rewşa siyasî û rewşa Iraqê bi giştî, Serokê Herêmê û Serokwezîr, spasiya piştgiriya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kir, bi taybetî rola UNAMI di hilbijartinên Iraqê de û hêviya berdewambûna alîkarî û piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina kêşeyên li Iraqê xwest.

Herwiha pêşhateyên herî dawî yên têkoşîna li dijî teror û gef û metirsiyên DAIŞê, mijarên din ên civînê bûn. Her du aliyan tekezî li wê yekê kirine, ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke cidî û rasteqîn e li Iraq û Sûriyê û gefê li aramî û seqamgîriyê dixwe.

Zanyarî destnîşan dikin, daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo encamdana hilbijartinan di dema xwe de, biryara herî dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê û egera serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Iraqê, piştî pêkanîna hikûmeta nû ya federal a Iraqê, çend mijarên din ên civînê bûn.