Mesrûr Barzanî: Pêsketina Kurdistanê di berjewendiya hemû Iraqê de ye, divê Bexda...

05 tîrmeh 2022 21:40
Mesrûr Barzanî: Pêsketina Kurdistanê di berjewendiya hemû Iraqê de ye, divê Bexda...

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Tîrmehê roja Sêşemê, pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û şanda pê re kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û çareserkirina kêşeyên Herêmê û hikûmeta Bexdayê gotûbêj hatiye kirin.

Mesrûr Barzanî di civînê de got,  Herêma Kurdistanê her dem amade bûye ku kêşeyên ligel Bexdayê, li ser bingeha destûrê çareser bike, lê belê amade nîne ku di bin ti zext û rewşekê de dest ji mafên xwe yên destûrî berde.

Serokwezîr Barzanî eşkere kire, pêşketina Herêma Kurdistanê, di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de ye û divê hikûmeta federal, hevkar û piştevanê pêşketina her navçeyeke Iraqê be, ne ku bibe asteng û kêşeyan dirust bike.

Balyoza Amerîkayê jî bal kişande ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê dost û hevpeymaneke bihêz a Amerîkayê ye, tekezî li girîngiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûrê kir.